Kevirên gurçikê

MrM

New member
Kevirên gurçikê yek ji wan mijarên girîng ê tenduristiyê ye. Ezê hewil bidim çarçoveyekê çêbikim. Pêşî hinekî ezê qala sisteme çêbûna keviran bikim. Bi dorê re ezê pê de herim; nîşan û gazincên wê, sedemên wê, kêm zêde nasîna wê û ji bo tedaviyê ezê çend pêşniyaran bikim û biqedînim. De fermo em herinê.

Wekî tê zanîn di kêlekên hundirê zikê me de li texma noqê gurçik hene. Gurçik xwînê diparzîne, paqij dike. Hin tiştan bi xwînê re vedigerîne laş û hin bermahî û tiştên din jî ji laş tê dûrxistin. Di nava bermahiyê de hin mîneral, xwê hene. Ji ber metabolîzmaya mirov, ji ber kêmvexwarina avê, ji ber sedanterî û kêm tevgerê û hwd. Mesken xwê û mîneral li hev dicivin, li hev kom tabanın, li hev dizeliqin û tabanın krîstal, qûm an jî kevir. Yek ji wan meddeyên herî pir tabanın krîstal û kevir mesken in; Kalsiyum, Oksalat, Ure, Sistin, Ksantin û fosfat.



Kevirên gurçikê di zilaman de ji jinan bêtir cilt dîtin. Gazinên pêşîn bêtir di temenên 30 salî wan de cilt dîtin. Nexweşiya Şekir, Tansiyona Bilind, Qelewî- Obezîte yek ji wan nexweşiyan in ku çêbûn û derketina kevirên gurçikê hêsan dike. Carinan kevir biçûk in û gazinc û semptoman çênakin. Xwe bi xwe ji rêya destava mezin cilt avêtin û mirov pê nahesin.

Semptomên( Gazin, gazinc) nexweşiyê
🔸
Êşa zik û piştê
🔸
Di zikê biçûk de êş
🔸
Dilxelîn, vereşîn
🔸
Bi êşê re ricifandin û taya germ, derketina agir
🔸
Dema derketina destava biçûk de êş û şewitîn
🔸
Li piştê, li binê parsûyan êş
🔸
Di destava biçûk de xwîn
🔸
Di rengê destava biçûk de guherîn, bêhna giran

Bi taybetî ez dixwazim êşa kevirên gurçikê pênase û zelal bikim. Kêsên êşa kevirên gurçikê dikşînin diqilqilin, nikarin li ciyê xwe bisekinin. Ji êşê ling û oldukçaên xwe dikşînin ber bi zikê xwe ve. Kesên berê konut êş kişandibin dema dubare tabana yekser jê fêm dikin. Kesên din jî vê êşê bizanibin baş e, lewre dema hate serê wan dikarin ji bo kevirên gurçikê têkevin şikê û wisa herin nexweşxaneyê.

Sedemên kevirên gurçikê
🔸
Parêza ji aliyê proteînan ve dewlemend a demdirêj
🔸
Kêmvexwarina avê
🔸
Derbaskirina hin emeliyatên roviyan
🔸
Obezîte
🔸
Hin derman
🔸
Zêde bikaranîn û xwarina xwê û şekir
🔸
Genetîka malbatê
🔸
Sendromên metabolîk
🔸
Nexweşiyên din ên gurçikê
🔸
Nelirêtiya hormonan, xerabûna sîstema hormonan
🔸
Sedanterî ango kêm tevgerî, kêm hereketî
🔸
Enfeksiyonên rêyên destava biçûk
🔸
Hin vîtamînên bi zêdehî ji derve deri stendin ên wekî Vîtamîna C û Dyê

Naskirin û teşhîsa nexweşiyê li nexweşxanê ji aliyê hekim ve bi alîkarî tetkîk, analiz û fîlman tê danîn. Li gora cûre û celebê kevir, li gora mezinbûn û ciyê kevir lê ye jî tedavî tê kirin. Kevirên heta 4 mm an zêde gazincan çênakin û bi piranî ji xwe ber dikevin. Yên mezintir, bi taybetî jî yên ji 6-8 mm an mezintir hewcedarî bi tedavîkirinê tabanının û nexweş divê li gora pêşniyara tabip venêrîn û kontrolên xwe bikin. Kevirên gurçikê dema dikevin kanalê dikarin êşek pir mezin çêbikin û ji ber xetimîna rêyên destava biçûk av dikare li gurçikê bigewime û gurçik tadehiyê ji vê rewşê bibînin. Carinan ji ber sedemên vî rengî bi lezgînî hewcedarî bi emeliyatê tê dîtin.

Bi çend pêşniyaran em biqedînin
🔸
Avê pir vexwin. Ne çav û qehwe û ne jî vexwarinên bi asîd ên fêkiyan
🔸
Ava fêkiyên xwezayî û teze hatiye eciqandin vexwin, ava fêkiyên dikanan venexwin
🔸
Xwarinên bi proteîn kêmtir bixwin
🔸
Xwarinên bi rehik û damarî ên lîfên wan zêde bixwin
🔸
Xwê û şekir kêm bikar bînin û bixwin
🔸
Fêkî û sebzeyan bêtir bixwin
🔸
Qelew nebin, hûn qelew bin jî kîlo bidin û xwe zeîf bikin.
 
Üst