KPSS

Morgoth

New member
Merheba ji wer canik û camêrno. Weke hûn zanin hefteya çû ezmûna KPSSyê hebû. Bawer im di her malbatekê de kesekî ku ketiye vê ezmûnê heye. Ji ber wê mijara her kesî ezmûn e. Rewşa kesên ketine ezmûnê ez baş zanim. Psîkolojîka wan diêşe. Ez vê yekê ji xwe zanim. Bi sala ez jî wekî wan ketim vê ezmûnê. Lê min nêrî belasebeb e, loma jî min dev jê berda. Ezmûna KPSSyê çewtiyeke dûrî aqila ye. Di serî de ezmûna zanîngehê heye. Ji te ra dibên têkeve ezmûnê, ku tu bi ser ket emê te bigrin zanîngehê. Tu bi ser dikevî û te digrin zanîngehê. Çar sala jî perwerdehê didin te. Gava tu zanîngehê diqedînî dibên hopp bise ka wer dîsa têkeve ezmûnê. Kuro mane ez bi ser ketim ku we ez hildam zanîngehê û we herî kêm çar sala bi mamosteyên xwe perwerde dane min. Dibên na, te îja têkevî ezmûna KPSSê. Ê heyra ew çax tu bi zanîngeha xwe û bi mamosteyê xwe, ne bawer î. Konut çawa çewtî ye? Ka sucê min çi ye? Ya min negrin zanîngehê yan jî vê yekê nekin. Ku tu di ezmûna KPSSyê de jî bi ser dikevî xilas nabe ha. Tabana vir de were û ka bêje, torpîla te heye yan na. Hey ehmaq ma torpîl heba qey ez diketim van ezmûna. Welhasil zûdeyî min destê xwe jê şûşt û min xwe ji vî sıkıntısı xilas kir.

Belê, bi rastî jî derdekî mezin e. Tu xwe ji jiyanê dûr dixî. Bi şev û roj li KPSSyê dixebitî. Tu xwe ji civata heval û dosta, ji ger û geşta, ji kêf û coşa dûr dixî. Û heta her çiqas tu di hûndirê malekê de be jî, tu û malbata xwe jî hevdu nabînin. De îja were dîn nebe lo! Heta ku roja ezmûnê rih ji te dikişe. Û bi pirayî tu bi ser nakevî. Du milyon insan dikevin ezmûnê. De wer û bi serkeve lo. Ew rojên ku te xwe ji jiyanê pak kiriye, ji kîsê te diçe û hew.



Ji ber ku qezenckirina KPSSyê ewqas zahmet bûye, berî ku tu têkevî ezmûnê, hezkiriyên te bo moral ji te ra dibêjin; tê bi ser bikevî, tu xwe netirsînî, em bi te bawer in, tu jî bixwe bawer bî, tu yê vê deva piştê lê bişkînîne û hwd. Tê bê qey tu bi Mike Tyson derdikevî maça boxsê lo. Roja ezmûnê, ber deriyê dibistana tabana weke dergahê. Dê û bavên zarokan heta ezmûn diqede dua û yasîna dixwînin. Kesên ku nizanibin wê bêjin qey zarok li ber sikrata mirinê ne. Ne ku neheqin ha. Evqas zahmet e ku hêvî maye xwedê.

Me çi dît û me çi nedît lo. Gava tu dikevî ezmûnê her kes ji te ra tabana serkeftin. Pişti ku ezmûn diqede, wekî tu ji zindanê derketivî her kes dibeje; derbasî be. Xwedê we careke din neke înşalah. Lê mixabin, ji sedî not rûyê wan tirşotalo ye. Balkêşiya mezin ew e ku şagirtên fêrgehê bi mamosteyên xwe yên fêrgehê re dikevin ezmûnê. Şagirt û mamoste di KPSSyê da, di nava pêşbirkê de ne. Çawa îşe gidî.

Belê, gelek kes bi sala dikevin ezmûnê. Rebena wekî min bi ser nakevin. Lê dev jê bernadin. Di wê navberê da hin ji wan dizewicin, tabanın xwedî zarok. Min kes dîtin ku zarokên wan dê û bavên xwe kirinê KPSSyê yaw. Îja hisab li ba we lo.

Weke hûn zanin ji ber dizî û fen û fûtan ezmûn betal kirin û du meha taloq kirin. Hevalekî min î ku wê têketa ezmûnê, min jê ra go; cara dinê diziya wan bi wan teqiya lê nayê wê mana ku dîsa nedizin. Hay ji xwe hebin. Wî jî go; ku bê dizîn jî bila kes deng ji xwe neyne. Em nikarin du mehê dinê jî li dersa bixebitin û di wê gerilime biqelqilin.

Heyra, rewşa KPSSyê konut e. Her sal van çaxana, ne cilde ciwanên dikevin ezmûnê malbatên wan jî şerpeze tabanın. Û wer xuyaye her ku here wê xirabtir bibe. Û hûn bawer bikin, rojekê bibêjin va me KPSS rakir û kî zanîngehê biqedîne wê bikevin karê xwe wê hin kes qebûl nekin. Ji ber ku êdî bûye wekî rîtuelê. Tabana em her sal vê festîvala bi ezeb bijîn.

Belê, lisan dixwaze her kes qezenc bike. Lê mixabin sıkıntı e. Lê dîsa jî ji heval û dost û hezkiriyê me ra serkeftin.
 
Üst