Xwînbûna poz

MrM

New member
Xwînbûna poz her çi qas bi piranî rewşeke ne zêde talûke be jî carinan dikare giran bajo û jiyana mirov têxe xetereyê. Nasîna vê rewşê û kêm zêde tiştên ku mirov bikaribe li malê bike bê fêmkirin wê hem ji bo tenduristî û başiya nexweş û hem jî ji bo bilasebeb neçûna nexweşxaneyan pir baş be.

Travma, ketina xwarê, lêdan, nexweşiyên enfeksiyonî yên wekî şewbê, pirsgirêkên hestiyê poz, pêlîstin û xwirandina firnikan, hin nexweşiyên xwînê, tansiyona bilind, zihabûna hewayê û terikandina hundirê poz, bikaranîna hin dermanên sprey ên ji bo alerjiyê û yên streoid dihebîne, di zarokan de pêlîstok an jî hinek xwarin dikare têkeve poz û bibe sedema xwînbûnê, fişkirina bişid… Yek ji wan sedemên xwînbûna poz in.



Dema poz xwîn bû û şûnde divê mirov zêde nekeve tatêlê û qereperê neke. Bi awayekî rast li malê divê mudaxeleya xwe bike. Ku dîsa jî xwîna poz nesekine wê demê divê here nexweşxaneyê.

Dema pozê mirov xwîn bû hewceye mirov tîk bisekine û xwe ber bi pêş ve hinekî xwar bike. Bi du tiliyan, bêtir jî bi tiliya girdek û ya şehadetê (tiliyên 1. û 2.) hestiyê poz nêzî 10 deqeyan hewceye bê şidandin. Divê mirov serê xwe ber bi paş ve xwar neke. Lewre bi vî awayî xwîn dikare were dev û dikare tirûşa (basinc) hundirê serî zêde bike.

Divê mirov nepişke, fiş neke, tilîka xwe an jî darik marikan nexe pozê xwe û pozê xwe nexwirîne.

Xwîna hatiye dev bi tûkirinê divê bê derxistin û neyê daqurtandin. Xwîn bê daqurtandin dikare bibe sedema vereşînê û konut jî wê rewşê nebaştir bike.

Hewce nake mirov qeşa û bûzê bide ser poz. Lewre konut yek kêrî tiştekî nayê.

Xelxele û spreyên şor an jî melhem û jelên hundirê firnikê poz nerm dike, dikare bên bikaranîn. Tiştekî wekî vazelînê bê bikaranîn wê firnikên poz nerm bihêle û terikandin çê nabe.

Çi bibe divê mirov biçe nexweşxanê?

🔸
Bi xwînbûnê re vereşandin jî hebe
🔸
Sergêjî hebe
🔸
Bêhnçikandin hebe an jî lêdana lisan zêde be
🔸
Li gel mudaxeleya 10-20 deqeyan xwîn nesekinîbe
🔸
Di destava mezin û biçûk de jî xwînbûn hebe
🔸
Wextekî nêzîk dîsa poz xwîn bûbe û pir xwîn wenda kiribe
🔸
Taya germ hebe û Ateş li ser 38,5 an be
🔸
Xwînbûna poz dubare bibe di demek kin de
🔸
Ger nexweşiyên mirov ên wekî lisan, gurçik, kezeb û xwînê hebe

Divê di van rewşan de mirov here nexweşxaneyê.
 
Üst